image

PeyamaKurd – Li welatê Endonezyayê ji bo kesên tedbîrên pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê binpê dikin cezayên balkêş têne dayîn.

Li Endonezyayê kesên maskan bikar nayîn cezayên cezayên cûda û balkêş li ser wan têne sepandin ku cezayên razana nav darbestê, kolandina mezelan û paqijkirina kuçeyan didin wan.

Hêzên emnî yên Endonezyayê roja 3yê îlonê li paytext Cakartayê ji bo kesekî mask nedabû ber xwe cezayê razan nav darbestê hatibû dayîn ku li qada pêş xelkê ew ceza hat sepandin.

Dîsa ji bo 8 kesên zarok jî di nav de bûn, ji ber bikar neanîna maskê cezayê kolandina mezelan hatiye dayîn.

Herwiha karmendên ewlehiyê yên tedbîrên koronayê dişopînin bi cilûbergên xewnereşkan derdikevin kolanan daku welatî bêhtir baldar bin û ji xofa vîrusa koronayê haydar bibin.