image

PeyamaKurd - Şaciwana Kurd a ji bajarê Dêrsim ê Bakurê Kurdistanê Duygu Çakmak, di pêşbirka şaciwaniyê ‘Miss Europe 2021’ ya li paytexta Lubnanê Beyrûtê hat lidarxistin de, weksêyemîn keça herî delal li Ewropayê hat hilbijartin.

Pêşbirk Miss Europe 2021ê bi zindî ji aliyê televîzyona CNBCê ve hat weşandin û şaciwana Fransayê Louan Vecchia yekemîn hat hilbijartin û taca şaciwaniyê danî ser serê xwe.

Şaciwana Romanyayê Anna Maria Babau jî bû duyemîn û Duygu Çakmak a Dêrsimî ku li ser navê Tirkiyê beşdar bû weke keça herî delal a sêyemîn hat hilbijartin.

Piştî serkeftina Duygu Çakmak, xalê wê Salman Çimen li ser medyaya civakî serkeftina xwariziya xwe li xelkê Dêrsimê pîroz kir û got: “Ez spasiya hemû Dêrsimiyan dikim, ew keça we hemûyan e. Ez ji serkeftina her Dêrsimiyekê kêfxweş dibim.”

Salman Çimen zordariyên bi serê xelkê Dêrsimê hatine bibîr xistin û wiha pê de çû: “Em weke civaka Dêrsimê  çend caran ji dojehê derketine û hatine. Ji wan hovitiyan ev gelê wêrek belengaz maye. Tevî kiryarên dewletê yên li hemberî me, me bixwe jî bir kiryarên li hemberî hev jiyan kir dojeh. Bila zarokên me weke me nebin. Êş ne çarenûsa me ye. Binêrîn em hemû birîndar, seqet û nexweş in. Em ji zarokên xwe hez bikin û dibe ku rêyeke nû ji bo me vekin û dibe ku ev bextê me yê reş were guhertin.”