image

PeyamaKurd - Keçeke Kurd a ji bajarê Ranye yê Kurdistanê Nîna Murad ku li Awustralya dijî û şahciwana duyem a sala 2016an a cîhanê ye, alîkariyên bi nirxê 2 milyon dolaran ji Herêma Kurdistanê re şand.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Nîna Murad, bi bihayê nêzikî 2 milyon dolaran kelûpel û pêdawîstiyên pizîşkî ji bo Herêma Kurdistanê şandin û biryar e ew kelûpel bi ser nexweşxane û binkeyên tenduristî yên Ranye û bajarên din bên dabeşkirin.

Nîna Murda ev cara sêyem e bi qebareyên cura alîkariyan dişîne Herêma Kurdistanê.

Nîna Murad, li Awustralyayê sala 2016an li ser navê Kurdistanê beşdarî şahciwana 2016an a Cîhanê bûye û di merasîma şahciwaniyê de wekî Şahciwana Duyem a Cîhanê ya 2016an hatiye hilbijartin.

Nîna Murad ligel rêxistinekê dest bi karê xêrwazî kiriye û bi rêya wê rêxistinê gelek caran alîkariyên pizîşkî, cilûberg, laptop û kelûpelên din şandine Herêma Kurdistanê û bi ser xelk û cihên giştî de belav kirine.

Hat diyarkirin ku ew alîkarî li Awustralya di depoyeke mezin a DIK ya girêdayî rêxistina Rotary Internationalê pêk tên û piştî lîsta kelûpelan bi rêxistinê tê dayîn, ew li konteyneran tên barkirin û bi çavdêriya edamekî Rotary International bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl digihijin Herêma Kurdistanê.

Nîna Murad ji sala 2020an ve bi avakirina komeke online alîkariyan berhev dike û dişîne deverên pêwîstiya wan bi alîkariyan heye.