image

PeyamaKurd – Di salên dawiyê de Tirkiye giraniya xwe daye ser çêkirina alavên bergiriyê yên leşkerî û xwe gelek bipêş xistiye. Di nava wan de gelek sîlih û bi taybetî drone an ku balafirên bê mirov difirin hene. Lewra bo Tirkiyê agahiyên wê derê gelek girîng in.

Hat ragihandin ku serokê daîra projeyan yê berê Yusuf Hakan Özbilgin bi sedema agahiyan firotiye şîrketên din yên biyanî hatiye desteserkirin. Dema hêzên ewlehiyê avêtine ser mala wî, di malê de 1,5 mîlyon Ewro û di kasa wî ya ku îcar kiriye de 3 mîlyon Ewro pere derketiye.

Serdozgeriya Ankara ragihandiye ku ji serokatiya Parastina Sanayiyê bi sedema agahiyan firotine şîrketên biyanî 6 kesan binçav kirine ji wan 2 kesan bi şertê kontrola edlî serbest berdane û 4 kesan birine baregeha dadê bo darizandinê.

Serokê berê yê daîreyê Yusuf Hakan Özbilgin bi sedema “sirrên wezîfa xwe ragihandiye” hatiye girtin û wî şandine zîndanê.