image

PeyamaKurd – Serokwezîra Fînlandê Sanna Marin a 34 salî, ji bo rojekê erka xwe ya serokwezîriyê radestî keçeka 16 salî kir.

Li gorî nûçeya Euronewsê Sanna Marinê di çarçoveya kampanyaya rêxistina mafên zarokan a bi navê Plan International 'Keçik dewr distînin) de, kursiyê xwe yê serokwezîriyê ji bo rojekê da keçeke 16 salî ku bi vê kampanyayê tê xwestin zarokan beşdarî xebatên teknolojiyên dijîtal bikin.

Keça bi navê Aava Murto ku ji bajarê Vaasky hatibû 7ê Cotmehê serokwezîriya Fînlandê dewr stand.

Murto, di wê roja taybet de gotiye, divê keç jî bi qasî kuran di tenkolojiyên dijîtal de bibin alîkar.

Keçika 16 salî di roja ku serokwezîrtî kir de çend civîn jî bi serokwezîrên welatan û wezîrên hikûmetê re pêk anîn.