image
Rojhat Amedi Niviskar
image

Divêt di zûtirîn demê de qonaxa duyem ya tifaqa kurdan li rojavayê Kurdistanê destpê bike ji ber paşeroja miletê kurd ta radeyekê bi pêşketinên rojavayê welatê me ve grêdayî ne.

Paşeroja miletê kurd grêdayî pêşketinên başûr û rojavayê Kurdistanê ne. Sala 1991ê qonaxeke nû li başûrê welatê me destpê kir. Kurd gehiştin mafên xwe yên rewa û statuya federasyonê bi dest xistin. Ev destkeftin ji bo hemû parçeyên Kurdistanê bû hêviyeke mezin.

Herçend, dijminên kurdan gelek hewl dan ku wan destkeftinan têk bidin, bi saya serê yekrêziya kurdan, ku di sala 1998an de bi alîkariya Emerikayê pêkhatibû, bi ser neketin û agirê azadiyê ku li başûr pêketibû şewqa xwe da seranserê Kurdistanê.

Îro nimûneya başûrê welatê me, li rojavayê welatê me dubare dibe.

Xirabkarî û provakasyonên ku Tirkiye û Îranê berê li başûr dikirin, ji sala 2012an ta nuha li rojavayê welatê me dubare dikin. Di vê çarçoweyê de hinek hêzên kurdan bûn hevpeymanên Şam û Tehranê û hinek jî bûn hevpeymanên Enqereyê.

Hevpeymaniya PYDê ligel Şam, Tehran û Rûsyayê, bi serhildana rêxistina DAIŞê têkçû.

Sala 2015an kartên siyasî li rojavayê welatê me û li Suriyê ji nûve hatin kişandin. PYD bû hevpeymana Emerîkayê û welatên Rojava. ENKS ku ji ber tund û tujiya PYDê terka welatê xwe kiribû, ma li Enqere û Hewlêrê.

PYDê bi alîkariya Emerîkayê û hêzên hevpeymanan, li dijî rêxistina terorê DAIŞê şerê man û nemanê kir û bi ser ket. Her weha, bi saya şîretên hevpeymanên nû rewşa xwe di ber çavan re derbaz kir û roj bi roj ji tund û tujiyê dûr ket.

Piştî demekî kurt ispat kir ku îdareya wan ji îdareya Şamê pêşketîtir e û di ser de jî bûye stargeha bi milyonan erebên ku ji îdareya Şamê reviyayî bûn.

Ev pêşketin bû sedema nerehetiya Şam, Rûsya û Tirkiyê. Rûsyayê çavên xwe li dagirkirina Efrînê girt. Gef û dijminatiya tirkan li hember pêşketinên rojavayê Kurdistanê roj bi roj zêdetir bû.

Helwesta Tirkiyê û hevpeymaniya wê ligel Rûsya û Îranê bû sedema nîgeraniyê li ba Emerîkayê û welatên Natoyê. Emerîkayê nedixwest û hê jî naxwaze ku Tirkiyê di nav lepên hirçên rûs de bihêle. Loma jî Emerîkayê çavên xwe ji dagirkirina Serê Kaniyê û deverên din re girt.

Tirkiyê, ji helwêsta Emerîkayê cesaret girt û xwest ku statuya dagirkirinê misuger bike û “rêyeke meşrû” bibîne. Berî maweyekî wezîrê derve yê trikan Mevlut Çavuşoglu li Enqereyê pêşewaziya heyeta ENKSê kir û ENKS wekî nûnera kurdan ya meşrû bi nav kir. Tirkiyê bi vê hemleyê dixwest bingeha şerê navxweyî li Rojavayê Kurdistanê amade bike û kurdan bîne hember hevdu. Emerîkayê, li beramberî vê lehîstoka gemar ya tirkan, kurd hişyar kir û hevdîtinên yekîtiyê li ser wan ferz kir.

Dîrok xwe dubare dike.

Îranê, ji sala 1994an ta 1998an hêzên kurdan li başur tûşî şerê navxweyî kiribû. Tirkiyê jî seyr dikir û li hêviya têkçûna kurdan bû. Emerîkayê xeterî dît û mudaxale kir. Kurd li Washingtonê li hev anîn.

Îro Tirkiye li Rojavayê welatê me bingeha şerê navxweyî amade dike û Îran seyr dike, li hêviya têkçûna kurdan dimîne. Li vir dîsan Emerîka dikeve dewrê û dixwaze yekîtiya kurdan pêk bîne.

Tirkiyê û Îran, dîsa dixwazin hewldanên Emerîkayê bêencam bikin. “Hevpeymanên” xwe ên kurd ji nav aliyên ”çep” û aliyê ”umetparêz” kirine dewrê. ”Çep” û ”umetparêzên” kurd şev û roj dijminahiya Emerîkayê dikin û naxwazin yekîtiya kurdan çêbe.

Liv ir bar dikeve stoyê her kurdekî welatparêz û nîştimanperwer. Divêt kurd, bi her awayî xwe ji siyaseta Tirkiye û Îranê dûr bixin. Bi dijiminahiya Emerîkayê mala kurdan hem li rojava he li başûr namîne.

Kurd, yan dê bi hevpeymaniya Emerîkayê û welatên Rojava çarenivîsa xwe misuger bikin, yan jî dê xwe bikin esîrê otonomiya Sedam li başûr û rojavayê Kurdistanê.

Bi ya min, divêt em guhdariya Tirkiyê û Îranê nekin ku polîs û leşkerên wan her roj kurdan qetil dikin, îdam dikin.

Divêt em guhdariya şîretên Emerîkayê bikin ku polîs û leşkerên wê ji xelkê xwe daxwaza lêborînê dikin û çogên xwe li ser erdê dadinin.

Wext dereng e, payîzê li Emerîkayê hilbijartinên serokatiyê dê çêbin. Dibe ku dema wan bo me kêm be.

 


Rojhat Amedî

04.06.2020