image
Rojhat Amedi Niviskar
image

Berî çend rojan hunermendê mezin Seîd Gebarî dinya xwe guhart û çû ser dilovaniya xwe. Xwedê rehma xwe lê bike.

Gava min careka din Seîd Gabarî di ber çavên xwe derbaz kir, ez ketim nav salên heftêyan.

Kurdayetî gelek zeîf bû, huner û hunermendên kurdî jî gelek kêm bûn.

Hunermendên “Îlerîcî” wek Şivan jî tunebûn.

Bavê minê rehmetî teyîbek hanîbû malê, lê ne bi kaset bû, bi makara kar dikir.

Hunermend jî Mihemed Şêxo, Seîd Yusif û Seîd Gabarî bûn.

Ez bi deng û bi stranên wan ên netewî mezin bûm.

Qet ji bîra min naçe, stranên wan wek:

KÊ DINYA HEJAND

KÊ DOLAB GERAND

EW BERZANÊ KAK

RABÛ ŞÛR KIŞAND

Ew hunermendên hêja û berketî, bi van melodiyan xizmeta Şoreşa mezin ya 11ê Îlonê dikirin, ya ku Mele Mistefayê nemir serokayetî dikir. Şoreş bi deng û awazên wan geş û gur dibû.

Mirov dikare bêje ku hunermendên rojavayê Kurdistanê Mihemed Şêxo, Seîd Yusif û Seîd Gabarî di heman demê de bingeha hunera şoreşgerî bi şêweya kirmancî danîn.

Demek hat ku şoreşa 11ê Îlonê bû qurbana konjektora siyaseta cîhanê û miletê kurd ma bê dost û kes…

Belê tevaya cîhanê, yan bûn dijminê me û ligel rejima Baasê şerê me kirin,

Yan jî em piştguh kirin û em bi tenê hiştin…

Dîsan ev hunermendên rojavayê Kurdistanê bûn ku bi awazên xwe dest bi hawarê kirin:

EY FELEK BO TE DINALIM

BO ÇI NÊRGIZ ÇILMISÎN

EV ÇIMA BEXTÊ ME HO YE

EM BÊDOST Û BÊKES IN

Dilê van hunermendan tim û tim ji bona şoreşa 11ê Îlonê lê dida û piştî şikesta şoreşê jî di rêbaza xwe de berdewam bûn.

Dawiya sala 1975an hunermendên nû derketin. Xwe kirin xwediyê stran û awazên Mihemed Şêxo, Seîd Yusif û Seîd Gabarî.

Di ser de jî stranên wan li gor dilê xwe guhartin. 

Yek ji wan Şivan Perwerê binav û deng bû. Awaza Mihemed Şêxo bi vî hawayî guhartibû:

EY FELEK, EM NE BÊDOST Û NE JÎ BÊKES IN.

HEMU PROLETERÊN CÎHANÊ DOST Û KESÊN HEVDU NE.

Bayê “Gerîcîtiyê” li hinek kurdperweran da û hinek hunermend jî bêdeng kirin.

Bayê “Îlerîcîtiyê” hinek grubên kurd û hunermendên wek Şivan Perwer jî pêş xist.

Usa lê hatibû ku Şivan Perwer digot: “Ez li bin wêneyê Mela Mistefa Barzanî stranan nabêjim.” 

Gelek sal û dem derbaz bûn, dewran zivirî....

Kurd bûn nîvdewlet.

Kurd bûn xwediyê hikûmetekî û xwediyê parlamentoyekî.

Kurd dewlemend bûn.

Çavên Mela Mistefayê mezin nedît.

Xwediyê awaza ”EY FELEKÊ“ Mihemed Şêxo jî nemabû.

Hunermendên wek Seîd Yusif, Tehsîn Taha, Mehemed Teyib Taha û Seîd Gabarî ma bûn, lê ew ”GIHAYÊ BEXÇÊ” bûn.

Yan jî em bêjin, navê wan bi “GERÎCÎTÎYÊ“ derketibû û loma tu ”giraniya“ wan nemabû.

PDK ketibû dûv hunermendên ”ÎLERÎCΔ.

Yekem hunermendê ”ÎLERÎCΔ Nasir Rezazî bû.

Sala 1993an de, di kongreya 11min ya PDK de ”endametiya şerefê” dan Nasir Rezazî.

Piştî maweyekî kurt, Nasir Rezazî ”endametiya şerefê” li ser televizyona MED TV bi islûbekî nexweş li PDKê vegerand.

Xwedê heyfa Mihemed Şêxo, Seîd Yusif, Tehsîn Taha, Mehemed Teyib Taha û Seîd Gabarî ji Partiyê stand.

Gelek sal û dem derbaz bûn.

Şivan Perwer ket bîra Partiyê.

PDKê ligel hemû cûreyên alîkariyê di kongreya 13mîn de xelata Mele Mistefa Barzanî da Şivan Perwer.

Bi ya min, Şivan Perwer ew xelat heq ne kiribû. Ên ku berî Şivan Perwer heq kiribûn, hunermendên wek Mihemed Şêxo, Seîd Yusif, Tehsîn Taha, Mehemed Teyib Taha û Seîd Gabarî bûn.

PDK, bi xwedîderketina li Şivan Perwer û alîkariya bêhesab usa bawer dikir ku Şivan Perwer bibe dost û kesê PDKê. Lê berî demekî kurt aşkere bû ku Şivan Perwer nabe dost û kesê PDKê. 

Ew alîkarîya ku ji Şivan Perwer re hat kirin, nîvê wê alîkariyê ji hunermendên wek Mihemed Şêxo, Seîd Yusif, Tehsîn Taha, Mehemed Teyib Taha û Seîd Gabarî re bihata kirin, bêguman nuha hunera kûrdî di astekî pir bilind da bû.

Milet bi hunerê dewlemend dibe û tê nasîn.

Sed heyf û mexabin, Şivan Perwer bi wê alîkariya PDKê piçûktirîn xizmet ji bo hunerê nekiriye û her roja ku diçe zêdetir ji hunermendiyê dûr dikeve. Muzîk û stranên nû hêjayî guhdarîkirinê bin nikare çêke. 

Berî çend rojan, hunermendê hêja û miletperwer Seîd Gabarî çû ser dilovaniya xwe. Min vîdeoyeke bi dengê wî guhdarî kir. Gilî û gazindeyên wî hebûn.

Peyama wî usa bû:

”Min ev rêbaz ji bo xatirê tu kesî hilnebijart. Ezê li ser vê rêbazê bimînim heta ku çavê xwe li jiyanê bigirim.”

Ez, kêm yan zêde bûm şahidê jiyana Seîd Gabarî ya van 15 salên dawiyê. Ev dîmen wekî fîlmekî di ber çavên min re derbaz bûn û min nekarî bêdeng bimînim. 

Xwedîlêderketina bêendaze ya ”Hunermendên Nehunermend” û ”Rawêşkarên Huner” li Kurdistana azad berdewame, sed heyf û mexabin!


Rojhat Amedî

08.05.2020