image

PeyamaKurd – Li gorî amarên dawî li seranserê cîhanê hêjmara pêketiyên vîrûsa koronaya nû (Covît-19) 18 milyon kesan derbas kir.  

Ji ber vîrusa korona ku hîn jî digel hemû xebatên derziyan û dermanan ti çareyek ji bo pêşîgirtina wê nehatiye dîtin, her roj li seranser cîhanê bi sed hezaran kes bi wê nexweşiyê dikevin û hejmarek zêde kes jî dimirin.

Li gorî amarên dawî hejmara pêketiyan gihîşt 18 milyon û 33 hezar û 990 kesan, hêjmara miriyan jî gihîşt 689 hezar û 70 kesan.  

Heta niha tenê li welatên Amerîka 4 milyon û 764 hezar û 318 kes, li Brezilya 2 milyon û 708 hezar û 876 kes, li Hindistan 1 milyon û 751 hezar û 919 kes, li Rusya 845 hezar û 443 kes, li Afrîka başûr 503 hezar û 290 kes, li Meksika 434 hezar û 193 kes, li Peru 422 hezar û 183 kes, li Şile 357 hezar û 658 kes, li Îspanya 335 hezar û 602 kes û li Îranê jî 306 hezar û 752 kes bi vîrusê ketine û hejmarek zêde kes jî pê mirine.