image

PeyamaKurd – Daîra Xida û Dermanan ya Amerîkayê (FDA) bo bikaranîna aşiya Kovid-19 ê ku ji aliyê şîrketa derman ya Johnson&Johnson de hatiye bipêşxistin, wê di 26 ê sibatê de roja înê bo biryarê bicive û biryara xwe bide.

Pisporên FDA yê wê li ser mijara bê yek dozekî bo berlêgirtina Kovid-19 ê bese an na, dê li serê rawestin.

Eger FDA bo bikaranîna aşiyê erê bike, heman fîrma dibe ya seyem ku li Amerîkayê destûra dermanê xwe distîne.

Hatibû ragihandin ku aşiya Johnson&Johnsonê tenê yek dozekî li mirovan dixin û bandorê wê % 66 e.