image

PeyamaKurd – Ji bo nehiştina vîrusa koronaya nû (Covid-19) ku li seranserê cîhanê bûye sedema mirina zêdetirî 1 milyon 955 hezar kesan û heta niha bêhtirî 91 milyon kes pê ketine, li gelek welatan helmetên derzîkirinê dest pê kirine. Lê belê tevî ku li welatên pêşketî û aboriya wan xurt derzîkirin dest pê kiriye jî hîn piraniya welatên dinyayê derziyên koronayê bidest nexistine.

 Li gorî zanyariyên Bloombergê di derzîkirinê de welatê herî serkeftî niha Îsraîl e ku zêdetirî ji sedî 20ê welatiyên xwe bi derziya Pfizer/Biontechê derzî kiriye.

Heta niha li gorî amarên ajansê li 43 welatan bêhtirî 29 milyon doz derziyên koronayê li ser welatiyan hatine pêkanîn.

Li Amerîkayê heta niha 9.27 milyon doz kes hatine derzîkirin ku herî kêm 379 hezar û 862 kesan herdu dozên derziyê li xwe xistine.

Di hejmara derzîkirinê de Amerîka di rêza yekemîn de ye, piştî Çîn, Yekîtiya Ewropa, Birîtanya û Îsraîl tên.