image

PeyamaKurd – Wezêrê tenduristiyê yê Tirkiyê balê kişand ser pandemiya li bajarê Anedolê Bursayê û got di jimara wefatên bi sedema pandemiyê gelek zêde bûye. Şaredariya Bursayê jî raporên xwe yên rojane ragihand û di rapora xwe de got ku di meha tebaxê de di navbera 19-27 ê mehê de jimara miriyan 44 bû lê di vê mehê de di navbera 9-27 ê mehê de her roj 105 kes dimrin.

Tîmên rêvebiriya goristanan yên şaredariya Bursayê bi sedema zêdebûna mirinan li gorisana Hamitlerê dest bi amadekirina goran kirine û dîmenên goristanê ji hewa de di rêya dronan de hatin kişandin.