image

PeyamaKurd – Polonya bi miqdarê 3.5 ton alavên bijîşkî da wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê. Îro bi amadebûna balyozê Polonyayê yê Herêma Kurdistanê û di çarçoveya hewlên Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ew alav gihîştin wezaretê.

Li ser mijarê berpirsê pêwendiyên derve yê Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî ji ber alîkariyê sipasiya hukumeta Polonyayê kir. Ew alavên alîkariyê wê bo penaberan û bo berlêgirtina Kovid-19 ê bên bikaranîn.