image

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ku tîmeke pispor ji bo lêkolînkirina jêderka vîrusa koronaya nû Covid-19 şandibû welatê Çînê û cihê destpêka koronayê Wuhanê ragihand ku 4 senaryoyên jêderka Covid-19 hene.

WHOyê her çar senaryoyên jêderka vîrusa wiha eşkere kirin:

  1. Ji ajalan belavbûna yekser a zoonotîk.
  2. Ji nav celebên ajalan derbasbûna vîrusê bo ajalên din û ji wan jî derbasbûna ser mirovan.
  3. Bi rêya xurekan belavbûna vîrusê.
  4. Di encama bûyereke nexwestî ya laboratuara Wuhanê de belavbûna vîrusê.

Vîrusa koronayê Covid-19 ku dawiya sala 2019an li bajarê Wuhan ê Çînê derketibû holê niha li seranserê cîhanê belav bûye ku heta niha 112 milyon zêdetir kes pê ketine û 2 milyon û 480 hezar zêdetir mirov jî pê mirine.