image

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniya Rêveberiya tîma futbolê ya DALKURDê ku gotibûn, wê ji ber hincetên aborî û nerazîbûna hin derdoran nav û logoya xwe ya sembola ala Kurdistanê biguherînin û bikin 'Tîma Biratî', daxuyaniyeke din hat dayîn û biryar paşve hat kişandin.

Rêveberiya tîma fotbulê ya Dalkurdê ku ku di Lîga Swêdê de dilîze, piştî nerazîbûnên hezkarên DalKurdê yên Kurd bi fermî ragihand ku navê tîmê nayê guhertin û weke xwe dimîne.

Kurdên li Swêd, Ewropa û bi giştî Kurdên Diyasporayê û Kurdên li parçeyên Kurdistanê li ser medya civakî nerazîbûneke zêde bo wê biryara guhertina nav û logoyê nîşan dan ku piştre Rêveberiya DalKurdê bi daxuyaniyekê ragihand wan ew biryar betal kiriye.

Lê belê DalKurdê ji hezkarên tîmê alîkarî xwest û daxwaza alîkariyê kir ku bibin abonman daku Dalkurd bikare berdewam bike.

Tîma Futbolê Dalkurdê ji ber kampanyayên ser medya civakî kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Fedakariya alîgirên me ku dixwazin nav, logoya klubê û rengên me bên parastin, bandor li me kir. We careke din nîşanî cîhanê da ku Kurd dikarin di dema pêwîst de bihêz bin.”

Rêveberiya tîmê bal kişandiye ser ku abonmanên wan ên pere didin tenê 150 kes in, lê pêwîstî bi 6 hezar abonmanan heye û sponsorên tîmê kêm in, lewma jî daxwaz tê kirin, hejmara abonmanan were zêdekirin û sponsor ji bo tîmê werin peydekirin daku bikare li ser piyan bimîne.