image

PeyamaKurd - Tîma fitbolê ya Kurdan Dalkurd ya li Swêdê di lîga duyem de dilîze, di hefta nehan a lîgê de, di maça li seha xwe bi tîma Orgryte re lîst, tu serkeftin bi dest nexist û 0-0 yeksan ma.

Dalkurd, di hefta nehan a vê heyamê de, bi tîma Orgrytê ku weke wê di dawiya lîga duyem de ye, li seha xwe kir mêvan û pê re lîst.

Ji ber şewba Korona, maç bê piştevan hat lîstin û 45 deqên ewil de tu gol nehatin avêtin.

Tîma hember Dalkurdê Orgryte, penaltiya di deqa 64an de bi dest xist û Adam Bergmark Wiberg avêt de tu gol bi dest nexist.

Herdu tîman jî encamek serkeftî bi dest nexistin û maç 0-0 qedandin.

Bi vê encamê, herdu tîman jî pûanek bi dest xistin û pûanê xwe kirin 8.

Dalkurd hefta borî li deplasmana Trelleborgs’ê 4-1 têk çûbû.

Heta niha Dalkurd vê heyamê de 3 têkçûyîn, 5 yeksanî û serkeftinek bi dest xistiye.