image

PeyamaKurd – Jîngehparêzê Kurd li Mahabad a Rojhilatê Kurdistanê, Mewlûd Ezîzî, bi gihandina ava çem bi rêya kolandina kanaleke avê bi hezaran masîyên golê yên ber telefbûnê diçûn rizgar kirin û ew gihandin ava çem.

Berpirsê Îdareya Parastina Jîngeha bajarê Mahabadê daye xuyakirin ku jîngeparêzekî Kurd bi navê Mewlûd Ezîzî yê xelkê bajarê Mahabadê, di çalakiyeke jîngehparêzî de bû sedema rizgarbûna hezaran masiyan ku wî jîngehparêzî bi perê xwe û bi lêdana kanaleke avê, av bo goleke pir ji masiyan di gundê “Qoytel” di devera Xelîfan a girêdayê bajarê Mahabadê de veguhest û hezaran masî ku ji çendîn curên masiyan pêk hatibûn jinavçûnê rizgar kir.

Di encama bikarhatina avên çeman bona werzêriyê, piraniya caran avên çeman kêm an qut dibin û jîndarên wan çeman ji nav diçin.

Mewlûd Ezîzî li ser vê çalakiya xwe ya jîngehparêziyê dibêje: “Bi hegera hogiriya xwe bi surûştê û bi pereyê xwe, ji bo rizgarkirina hezaran masiyan min ev çalakî kiriye.”

Ezîzî daye zanîn ku zêdetir ji 20 salan e ku çalakiyên jîngehparêziyê dike û daxwaz kiriye ku jîngehparêzî bibe beşek ji çand û jiyana xelkê.