image

PeyamaKurd – Li Almanyayê zarokê Kurd ji Rojavayê Kurdistanê, bû stêra futbolê.

Zarokê bi navê Darşîn Rizgar ji taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye û temenê wî 14 sal e ku li Almanyayê navdar bûye.

Li gorî nûçeya Rûdawê Darşîn sala 2015an tevî malbata xwe çûye Almanya û sala 2016an piştî rahênerekî Almanî li gundê Berglin yê navçeya Hansbêrg lîstika wî dibîne, bi awayekî profesyonelî dest bi lîstina futbolê dike.

Rahênerê Alman dema lîstika wî dibîne, bangî wî dike û jê dixwaze ji bo tîma zarokan a Hansbêrgê bilîze.

Darşîn li ser asta herêma xwe asteke bilind nîşan daye û bûye golavêjê tîma xwe.

Darşîn Rizgar heta niha çend xelat jî bi dest xistine û tîma wî jî bûye şampiyon.

Darşînê ku di heman demê de lîstikvanê tekvandoyê ye, ji blilî zimanê Kurdî zimanên Almanî, Tirkî û Erebî jî dizane.