image

PeyamaKurd – Li deplasmana Kocaelisporê, Amedspor bi golên Sînan Akaydin 2 – 1 bi serket.

Amedspor ya ku di Koma Spî ya Lîga Duyem a Futbolê ya Tirkiyê de dilîze, di hefteya 29emînde li deplasmanê derket hemberî Kocaelisporê.

Amedspor di dewra pêşî de di xuleka 11emîn de bi gola Sînan Akaydin re 1- 0 ket pêşiya Kocaelisporê û dewra pêşî bi vê encamê qedand. Di dewra duyem de, Sînan Akaydin di xuleka 76emîn de bi gola xwe ya duyem Amedsporê 2-0 xist pêşiya Kocaelîsporê.

Herwiha di xuleka 78emîn de, Batuhan Er li ser navê Kocaelisporê golek avêt, lê ev gol têrî Kocaelisporê nekir û lîstikê bi encama 2-1 bi serdestiya Amedsporê bi dawî bû.

Bi vê serkeftinê tîma Amedsporê hejmara puanên xwe gîhand 47an û ket rêza 7an a Lîga Duyem de cih girt.