image

PeyamaKurd -  Tîma futbolê ya Îngilîz Liverpoolê goglîzekî kurd bi navê Ozan Kabak ku ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye transfer kir û biryare sezona bê de bilîze.

Li gorî nûçeya BBCyê, Liverpool ji serê werzê ve Ozan Kabak dişopand. Bi seqetbûna lîstikvanên defansê/parastinê Virgil van Dijk, Joe Gomez û Joel Matip Liverpool rastî pirsgirêkên mezin dihat.

Ozan Kabakê 21 salî bi eslê xwe Kurd e û ji navçeya Dêrikê bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ye û li Enqerê ji dayik bûye.

Kabak futbolîzekî defansê ye û di 11 saliya xwe de di binesaziya Galatasarayê de dest bi futbolê kiriye ku qama wî 1.86 cm dirêj e û piyê xwe yê çepê baş bikar tîne.

Di 12ê Gulana 2018 de li hemberî tîma Yenî Malatyasporê di Super Lîga Tirkiyê de derket yekemîn pêşbirka xwe ya profesyonel.

Ozan Kabak di 2018an de bi 11 milyon Euroyî ji Galatasaryê transferî tîma Stuttgart a Almanî bûye û piştî Stuttgart ji Bundeslîga Almanî ket transferî Schalke 04ê bûbû.

Kabak bi Schalke 04ê re ji bo 5 salan peymanek îmze kir û berdêla serbestberdana wî 15 milyon Euro bû.

Ji ber seqetbûna lîstikvanên wek Virgil van Dijk, Joe Gomez û Joel Matip yên parastinê, Ozan Kabak ji bo Lîverpoolê hat pêşniyazkirin.

Li gorî malpera Transfermarktê nirxê Ozan Kabak 25 Milyon Euro ye.

Tîma Liverpoolê ku sala bihorî bibû şampiyona Premier Lîg a Îngilizî, yarîzanê Kurd Ozan Kabak ji tîma Schalke 04 a Almanî heta dawiya sezonê kirê kiriye.

Liverpoolê li ser hesabê xwe yê twitterê transfera Ozan Kabakê eşkere kir.