image

PeyamaKurd – Tîma navdar a futbolê Fc Barcelona rêz li stêrê xwe yê Arjentinî Lionel Messi girt, piştî ku ew bi 768 yariyan di dîroka tîma Katalanî de bû lîstikvanê herî zêde beşdarî yariyên fermî bûye.

Berî destpêkirina yarîya Barcelona li hember Valladolid li Camp Nou ya roja 5ê Nîsanê, bi sedema ku Messî bû lîstikvanê herî zêde beşdarî li yarîyên fermî yên Barcelona kiriye, Messi bi kirasekî taybet û bi vê yekê hejmara Xavi Hernandez şikand.

Messi beriya destpêkirina yarîya li hember Valladolid bi malbata xwe û lîstikvanan re wêneyên bîranînê bi kirasê dîrokî girtin.

Piştî ku Messi beşdarî yariya li hemberî Real Sociedad kir û Barcelona bi 6 - 1 bi ser ket, Messi bi 768 lîstikan beşdarî di yariyên fermî de kiriye û rekora efsaneya wê tîmê Xavi Hernandez şikand ku di 767 lîstikan de rawestiya.