image

PeyamaKurd – Futbolîzê navdar ê Portugalî Cristiano Ronaldo ku dema destpêkirina pandemiya koronayê giravek standibû û ligel malbata xwe lê bicih bûbû, nekarî ji koronayê bireve û testa wî ya dawî pozîtîf derket.

Ronaldo beriya niha ji bo xwe û malbata xwe ji koronayê biparêze li nêzîkî Madeira yê Portugalê girava Ilha de Fuzeta ya li nav Zerya Atlantîkê kirîbû û tê de bicih bûbû.

Federasyona Futbola Portugalê ragihand ku encama testa covid-19 ya  Cristiano Ronaldo pozîtîf  derketiye û hat gotin, dema ku Ronaldo ji bo amadekariyên Lîga Navnetewî ya UEFAyê di kampa tîma Portugalê de bû encama testa wî pozîtîf derketiye.

Her çiqas ku semptomên koronayê li ser Ronaldo peyde nebûne jî ew niha di karantînayê de ye.

Hat zanîn ku di nav tîma Portugalê de tenê testa Ronaldo pozîtîf derketiye.