image

PeyamaKurd – Serokê tîma futbolê ya kurd Dalkurdê Ramazan Kizil ku ev demek dirêj bû seroktiya tîmê dikir piştî dest ji kar berda, Serket Cuneyd (Sarkat Junad) wekî serokê nû yê Dalkurdê hat hilbijartin.

Li gorî zanyariyan piştî ku tîma Dalkurdê di nav du salên dawî de, ji lîga super a Swêd Allsvenkan û Lîga Superettan a Swêd ket, Serokê Dalkurdê Ramazan Kizil dest ji kar berda.

Dalkurdê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku serok û damezrînerê tîma wan Ramazan Kizil dest ji kar berdaye û li şûna wî Sarkat Junad Rekanî (Serket Cuneyd Rekanî) wekî serokê nû yê Dalkurd FF hatiye hilbijartin.

Serokê nû yê Dalkurdê Serket Cuneyd Rêkanî