image

PeyamaKurd - WhatsAppê ji bo bikarhênerên Yekîtiya Ewropayê biryar da ku sînorê temenê wan derxin 16 saliyê.

Şîrketa Bbernameya WhatsAppê bi daxuyaniyekê ragihande ku ji bo bikarhênerên ku li welatên Yekîtiya Ewropayê (NY) dijîn ew dê sînorê temen dê ji 13ê derxin 16ê.

Li Ewropayê 25ê gulanê Rêziknameya Parastina Daneyên Giştî dê bikeve rewacê û bikaranîna hin daneyên êdî dê bên sînorkirin. 

Şîrketên dijîtal li Ewropayê piştî 25 gulanê şûn da dê li gorî rêziknameya nû tevbigerin.  

Şîrketên ku li gorî rêziknameya nû hereket nekin dê bên cezakirin.