image

PeyamaKurd – 14. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê bi temaya "Welatekî Nû" bi beşdariya hunermendên Kurd û dîasporaya wê, bi muzîk û stranên Kurdî destpê kir.

Endamê Komîteya 14. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê Rawand Cewad di daxuyaniya xwe de diyar kir, festîval bi pêşandana zindî ya muzîkê ya ku ji aliyê hunermendên Kurd Cemîle û Hewre ve hatibû amadekirin destpê kir û piştî festîvala mûzîkê yekemîn fîlmê “Gava Ştil Mezn” ku ji aliyê derhênerê Kurd ê Rojava Rizgar Azad Kaya ve hatiye kêşan, hat nîşandan.

Cewad eşkere kir, piştî vê fîlmê kurtefîlma "Dataş" hat pêşandan û wiha got: "Tê plankirin ku ev çalakî di rojên pêş de jî dewam bikin."

Cewad diyar kir, “Me ji 125 kurtefîlm, fîlmên dirêj û belgefîlm 19 ji 4 parçeyên Kurdistanê yên ku serî li Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê dabûn hilbijartin. Fîlmên hilbijartî ji 6 belgefîlm, 4 fîlmên dirêj û 9 kurtefîlman pêk tên.

Di çarçoveya festîvala ku îsal di navbera 22-26 Mijdara îsal de berdewam dike, tê plankirin ku rêze semîner, atolye û panelên taybet ji bo nivîskar û rexnegiran werin lidarxistin.