image

PeyamaKurd - 9emîn Festîvala Navnetewî ya Fîlman a Duhokê, îro 1ê Kanûna 2022yan dest pê kir û wê 6 rojan berdewam bike. Di festîvalê de, 98 fîlm ji Kurdistan û cîhanê têne pêşandan ku 51 fîlm bi kurdî ne.

Berpirsê ragihandina Festîvala Navnetewî ya Fîlman a Duhokê Hesen Arif ragihand ku wê ji bilî pêşandana fîlman gelek panelên ser karê sînemayê di çarçoveya festîvalê de werin lidarxistin û da zanîn, peyama sereke ya 9emîn Festîvala Navnetewî ya Fîlman a Duhokê li ser koçberiyê ye, ji ber wê jî beşek ji fîlmên festîvalê dê di nav kampa Dumîz a penaberên Rojavayê Kurdistanê de werin pêşandan.

Hat diyarkirin ku wê rojane fîlm li salona kongreyên Zanîngeha Duhokê û salonên Sînemakîs a li Duhokê bên pêşandan.

Ji 570 fîlmên bo festîvalê hatine şandin 98 fîlm ji bo 9emîn festîvalê hatine hilbijartin û ji wan jî 51 fîlm kurdî ne û 47 fîlm jî biyanî ne.

Wê pêşbirka xelatê di navbera 55 fîlman de bê kirin û ji wan jî 27 fîlm kurdî û 28 fîlm jî yên biyanî ne ku di nav de fîlmên dokumanterî û kurtefîlm jî hene.