image

PeyamaKurd – Rêvebiriya asayîşa Ankara beşa têkoşîna bi sûcên darayî re, li ser diziya pirsên ezmûna memûran (KPSS) avêt ser 2 çapxaneyên aîdê Weşanxana Yediiklim ê. Di ezmûna KPSS yê de pirsên dersxana Yediiklimê hatibûn pirsîn. Li ser bûyerê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan fermanê dabû Rêxistina Kontrolê ya Dewletê û hem serokê ÖSYM yê Prof. Halis Aygün ji ser kar girtibû. ÖSYM bi xwe li seranserê Tirkiyê di rojên şemî û yekşema borî de ezmûna memûran kiribû.

Rêxistina Dewletê ya Kontrolê di ÖSYM ê de dest bi kontrolê kiribû û ji bo ÖSYM ê ragihandina sûc ji bo serdozgeriya Ankara kiribû. Li ser lêkolînê, serokê Rêxistina Kontrolê ya Dewletê (DDK) Yunus Arıncı weha ragihand:

“Pirsgirêkekî heye. Hevalên me yên mufettîş dixebitin. Wê xebata wan ciddiyeta pirsgirêkê destnîşan bike.”

Li ser mijarê serdozgeriya Ankara dest bi lêpirsînê kir û asayîşa Ankara jî niha li ser kare.