image

PeyamaKurd – Artîstê bi nav û deng yê sînama Tirkiyê Cuneyt Arkın vê sibê bi rawestandina dil di 85 saliya xwe de koça dawiyê kir. Bi cuneyt Arkın re tengasiya nefesê an ku KOAH hebû û ew bi xwe doktor bû lê doktoriyê nedikir.

Navê Cuneyt Arkın di salên 1960 an de hat bihîstin û di sînama Yeşîlçamê de ciyê xwe girt. Di jiyana xwe ya artîstiyê de, di ciyê xwe de ti carê leystandina dûbloran qebûl nekir û her sahneyên xwe de ew bi xwe dileyîst. Tê gotin ku li dora 300 fîlmên wî hene ku tê de rolên sereke leyîstiye.

Arkın bi kesên weka artîstê Kurd Yılmaz Guney û Tarık Akan re dostaniya wî ya nêz hebû.