image

PeyamaKurd - Dengbêjê navdar ê Kurd Feyzoyê Rizo ku li bajarê Krasnodarê yê Rûsyayê dijiya, beriya 2 salan bi nexweşiya penceşêrê ketibû îro koça dawî kir û çû ser dilovaniya xwe.

Agahiya mirina dengbêjê Kurd ji aliyê heskiriyên wî ve li ser medyaya civakî hat parvekirin.

Li gor agahiyên ku hatine parvekirin cenazeyê Dengbêj Feyzoyê Rizo, dê sibe li bajarê Krasnodarê bispêrin axê.

Feyzoyê Rizo kiye?

Dengbêjê Kurd, sala 1954an li gundê Vermezyarê yê Êrîwana paytexta Ermenistanê ji dayik bûye.

Ew biraziyê dengbêjên navdar Şêroyê Biro û Mecîdê Faris e.

Malbata Rizo ku Kurdên Êzîdî ne, pêşî koçî Îdirê kirin û piştî sirgûna 1915an berê xwe dan Ermenistanê.

Stranên Denbêjê Kurd, 26 salan bi rêya radyoya Êrîwanê li seranserê Kurdistanê belav bû.

Rizo piştî sala 2003yan beşdarî festîvalên ku li gelek bajarên Kurdistanê hatine lidarxistin bûbû û bi Egîdî Cimo re derketibûn ser dikê.

Feyzoyê Rizo jî bi Egîdê Cimo re di fîlma Hiner Saleem a bi navê “Vodka Lemon” de jî cih girtibû.

Herwiha Dengbêj Feyzoyê Rizo, li pey xwe gelek berhemên wekî “Gede û Bavê Feqî”, “Hekîmo” û “Delaliyê”, “Destmalê”, “Oyy Oy Li Min” û hwd hiştiye.