image

PeyamaKurd – Xelata Yekemîn a Mîr Celadet Bedirxan,  li bajarê Dresden ê Almanyayê merasîmekê bo Zimanas û nivîskarê Kurd Dr. Zerdeşt Haco hat pêşkeşkirin.

Yekem merasîma Xelatê ya Mîr Celadet Bedirxen, ji aliyê Foruma Almanî-Kurdî ve hat sazkirin û ji bo xebat û lêkolînên wî yên zanistî debare pêşxistina ziman û wêjeya Kurdî de, Dr. Zerdeşt Haco, hêjayî yekemîn Xelata Mîr Celadet Bedirxan hate dîtin.

Alîkarê Serokê PENa Navneteweyî Prof. Terry Carlbom beşdarî merasîma xelatdayînê bû û gotarek pêşkêş kir.Prof. Terry Carlbom got: “Bi demên dirêj hevalên min ên Kurd hebûn. Bi rêya PENê, belê bi baweriya min yekemîn têkelbûna min bi Kurdan re li Enqereyê bû. Me navendeke PENê ya bi nirx hebû, li wan Kurdan wekî hevkar dinerî, ev çende jî balkêş bû. Herwiha bû bingeheke ji bo bi hev re kar bikin. Li Amedê jî me hev du dît.”

Dr. Zerdeşt Haco di merasîmê de got, “Dema mirov xebata xwe ji dil bike, ne ku ji bo navê xwe bike bêhtir dixwaze ew têkoşîna wî bibe berhemeke giştî ji civaka wî re. Ji ber vê yekê ez ji wê yekê bawer dikim ku kesên vê xebatên dikin haya wan ji wan nîne. Te hin dît ku yek ji nişka ve hat û got em dê xelatê bidin te. Ev cihê şaneziyeke mezin e. Eger bên bibêjin me xebatên te li ber çavan girtine û me dîtiye tu vê têkoşînê dikî û em jî dixwazin te xelat bikin, bi taybetî xelata kesekî wekî Mîr Celadet Bedirxan ji bo min cihê şaneziyê ye.”

Dr. Zerdeş Haco ji sala 1970an ve li Almanya dijî û wî doktoraya xwe li Zanîngeha Berlînê ya Azad di warê zimannasî û zimanên Hînd û Îranî de kiriye. Haco di navbera salên 1997 – 1999an de 2 salan sekretêrê giştî û ji sala 1999an heta 2013an jî 13 salan Serokê Navenda PENa Kurd bû.

Zerdeşt Haco sala 1950an ji dayik bûye. Li Almanya dijî. Serokê PENa Kurd a Ewropayê bû.

Heta niha li zanîngehên Berlîn, Bremen û Hambûrgê ders dane. Haco gelek gotar li ser babetên zimannasiyê weşandine.