image

PeyamaKurd – Wezareta perwerdê ya Erebistana Si’ûdiyê ragihand ku dewleta wan di dawiya sala perwerdê ya 2020-2021 ê de, dê 8 dibistanên Tirkiyê digre. Wezareta Erebistanê bo dibistanên li Tebûk, Riyad, Taîf û Ciddeyê ku bi ser wezareta perwerdê ya Tirkiyê ve ne, biryara girtina wan bi fermî bo rêvebiriya wan dibistanan ragihandiye.

Dibistanên li bajarên Dammam û Abha yê ji aliyê rêvebirên wezareta perwerdê ya Erebistanê de seredana wan hatine kirin û bi awayeka devkî biryarê bo wan ragihandine. Wezareta perwerdê ya Erebistanê bo wan weha gotiye:

“Di dawiya sala perwerdê de, dê perwerda li dibistanan bi dawî were, bo xwendevanan li kîjan dibistanan bixwazin dê bo wan alîkarî bêkirin û divê weliyên wan bên agahdarkirin.”

Heman tişt bo dibistanên li Mekke û Medîneyê jî dê bêkirin.

Çavkaniyên dîplomatîk ragihandine ku di dibistanên Tirkan de 2256 xwendevan hene, têra xwe bi Erebî nizanin û dê di dibistanên bi ser wezareta perwerdê ya Erebistanê de, bo wan zahmetî hebe. Dibistanên ku dawî li perwerda wan tê evin:

Riyad Uluslararası Türk Okulu, Cidde Uluslararası Türk Okulu, Tebük Uluslararası Türk Okulu, Dammam Uluslararası Türk Okulu, Taif Uluslararası Türk Okulu, Abha Uluslararası Türk Okulu, Mekke Uluslararası Türk Okulu, Medine Uluslararası Türk Okulu