image

PeyamaKurd – Festêwala wêjeyê ya navdewletî ya Îstenbolê (İTEF) di 1 ê hezîranê de destpêdike. Sala borî hem rû bi rû û dîjîtal hatibû organîzekirin lê îsal tenê dê dîjîtal bêkirin. Festîwala îsal wê di 1-5 ê hezîranê de bêkirin. Nîvîskar, weşanger, werger û kesên ji xwendinê hezdikin wê karibin bi hevre festîwalê derbas bikin.

Tema festîwalê weka “Wêjeya ser ewran” hat destnîşankirin û wê nivîskar Vigdis Hjorth, Maud Ankaoua, Halid Halife, Patrick Ness, Heather Morris û Agustina Bazterrica her yek ji wan dê axaftinekî bike.

Dîdariya festîwalê, ji aliyê îlustratorê pirtûken zarokan ji aliyê Deniz Üçbaşaran de hat amadekirin. Di aktîvîteyên gotarên sîmultane de wê temaşevan karibin bi Tirkî guhdarî bikin. Bo temaşevan karibin pirsa ji nivîsaran bikin, wê 100 kes karibin tevlî zoomê bibin.

Wê temamê xebatên festîwalê li ser Instagram, Facebook û YouTube yê herkes karibe bi zindî bişopîne.