image

PeyamaKurd – Yekîtiya Îxracatvanên Rojhilatê-Bakûr GAİB bo li ciyê darên şewitîne daran biçînin 250 hezar fîde bexş kirine. Seferberiya ku ciyê darên şewitî dagirin, ji aliyê TİM ê an ku Meclisa Îxracatvanên Tirkiyê de hatiye destpêkirin û Yekîtiya Îxracatvanên Rojhilatê-Başûr GAİB destekê dide wan. Serokê ji beşekî îxracatvanên GAİB ê Ahmet Fikret Kileci, ragihand ku bi xemgînî temaşa şewatên daristanan dikin û weha got:

“Dilê me dişewite. Kezeba welatê me dişewite. Seferberiya ji aliyê TİM ê de hatiye destpêkirin, beşa me biryarê daye ku 100 hezar fîdan bibexşîne. Welatekî bê daristan ne welate. Bo em ji nifşên dahatûyê re welatekî kesk bihêlin, em fîdeyan di axêde diçînin û di dahatûyê de em dixwazin nefesê bistînin.

Serokê beşa îxracatvanên xaliyan ya rojhilatê bakûrê Anedolê Ahmet Kaplan jî li ser navê endamên yekîtiya xwe 100 hezar fîde bexşand.

Serokê yekîtiya hûbûbat, baqliyat û tovên bi dohn yê Rojhilatê Başûrê Anedolê Mahsum Altunkaya jî ragihand ku wan 50 hezar fîde bexşandine.