image

PeyamaKurd – Hejmara 5em a E-kovara Sînemaya Serbixwe hat weşandin. Berî niha bi 7 mehan kovarê hejmara 4em pêşkêşî xwendevanên sînemahez kiribû. 

Kovara Sînemaya Serbixwe di vê hejmarê de jî nivîs û gotarên bi Kurmancî û Kirmanckî yên li ser sînemayê weşandiye.

Herr Mannelig, Dîlek Durgun, Mela Mihyedîn, Remezan Haydaroglû, Rûmet Med, Welat Ramînazad bi nivîs, gotar û hevpeyvînên xwe di kovarê de cih girtine. Herwiha di vê hejmarê de; nûçe, portre û naverokên sînemayê jî hene. 

Ji hevpevyînên vê hejmarê: Rûmet Onur Kaya ligel derhêner Hesen Demîrtaş hevpeyvînek kiriye. Demîrtaş qala xebatên xwe kiriye. Remezan Haydaroglu jî ligel edîtorê kovarê Rûmet Onur Kaya hevpevyîn kiriye.