image

PeyamaKurd Hejmara yekemîn a kovara Dadistanê ku tê de gotarên hiqûqî yên Kurdî cih digirin, bi dosyeya "Destpêka Hiqûqê" bi piştgiriya Baroya Şirnexê ve, ji aliyê hiqûqnasan derket.

Li gor kovarê diyar kiriye, Dadistan qada gotar û nivîsarên zanistî yên li ser mijarên hiqûqî û ji bo haydarkirina xwînerên Kurd ji bûyer û geşedanên hiqûqî ye. Biryarên hiqûqî yên dadgehên navxweyî û navneteweyî, avakirina bingeheke wêjeyî ji bo nîqaşên hiqûqî û danasîna hiqûqnasên Kurd.

Kovar çarmehane ye û Edîtorê kovarê, nivîskar û Prz. Şêxo Fîlîk e, herwiha di  hejmara yekemîn a kovarê de, mijar "Destpêka Hiqûqê" ye.