image

PeyamaKurd – Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) dibistina dijîtal a dersên Kurdî vekir.

HEZKURDê banga beşdarbûna dersên ‘Dibistana Dijîtal a Kurdî’ kir û ragihand: “Dibistana HezKurdê ya dîjîtal vedibe. HezKurd mala hemî Kurdan e û tenê xizmeta Zimanê Kurdî dike. Werin tev li HezKurdê bibin û ji bo zimanê Neteweya Kurd xebat bikin. Ziman hîmê neteweyan e, ji bo hîmê Neteweya Kurd,divê her kesek kevirekî dayîne li ser hev du.”

Kordînatorê HEZKURDê Fewzî Bulgan dibêje: “Ji bo em li her cihê dinyayê zimanê Kurdî fêr bikin me dest bi kursên dijîtal kiriye. Gelek Kurdên ku li Ewropa û Amerîkayê dijîn piştgiriya me dikin û em ê bi hev re bixebitin.”

Bulgan dide zanîn; “Niha kursên me yên Kurmancî û Zazakî ku nêzîkî 200 kes tê de beşdar in berdewam in. Em pereyekî kêm ji xwendekaran werdigrin û wî pereyî jî didin mamosteyên xwe ku dersê didin. Polên me yên cuda hene û em hem bi Kurdî û hem jî bi Tirkî dersan vedibêjin. Ji bo kesên qet bi Kurdî nizanin em bi Tirkî dersên Kurdî didin wan.”

Bulgan daye xuyakirin, “Em dixwazin Kurdî fêrî kesên ku bi Kurdî nizanin jî bikin. Piştî demekê em ê bi zaravayên Kurdî ên din jî dest bi dersan bikin. Paşê jî em ê bi rêya komele û rêxistinan dersên Kurdî li polan rûbirû bidin û projeya xwe berfirehtir bikin.”

Bulgan dibêje, heta niha bi taybetî eleqeyeke baş ji bo Kurmancî heye û xwendekarên Zazakî jî hene.

Di her poleke HEZKURDê de 15 û 20 xwendekar hene û hefteyê 2 rojan 4 demjimêr ders tên dayîn. Kesên bixwazin beşdar bibin, tomarkirina dersan her wext berdewam e. Ders bi giştî bi awayekî onlîne li ser bernameya zoomê tê dayîn. Her xwendekar li gor dema xwe ya guncav dikare demjimêrên dersên xwe hilbijêre.