image

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên eşkere kir ku 18 hezar parçeyên şûnwarî yên ku hatibûn dizîn, li Iraqê hatine vegerandin.

Fuad Husên îro 4ê Kanûnê roja Yekşemê li Şeşemîn Foruma Şaristaniyên Kevnar li Bexdayê ragihand, cîhan ji ber krîz û berjewendiyên cuda rûbirûyê zehmetiyên mezin bûye û got, “Diyaloga çandî şert e ji bo pêşxistina hevtêgihiştinê.”

Husên diyar kir: “Piraniya şaristaniyên Iraqê rastî metirsiyên curbicur hatine û destê terorîstan di wêrankirina şaristaniyê de hebû, lê ev kiryarên terorîstî, nikarin dîrokê ji nav bibin.”

Fûad Husên da zanîn, “Iraq di demên cuda de rastî diziya sîstematîk a ji bo revandina mîrata wê ya çandî hatiye.”

Husên herwiha bal kişand ser ku hikûmeta Îraqê hewl da ku kiryarên têkderane yên li dijî şûnwaran rawestîne û zêditirî 18 hezar parçeyên şûnwarî yên hatine dizîn heta niha hatine vegerandin.