image

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê li navça Besniyê li gundê Atmalıyê esasê avahiyekî hat danîn û piştî temam bibe wê jinên Besniyê tiştên ku hildiberînin an bi destan çêdikin di bazara xwe de bifroşin. Proje ji aliyê qeymeqamiya Besniyê de hat amadekirin û rêvebiriya GAP ê projeye tesdîq kir. Piştî avahî biqede wê berhem di avahiyê de weka bazarekî bê firotin.

Her weha di gund de kooperatîfa jina hatiye damezrandin ku serpereştiya bazarê bike. Di merasima danîna esasê bazarê de, di serî de parêzgerê Semsûrê û gelek rêvebirên din û jin hebûn. Di merasimê de qeymeqama Besniyê Nazlı Demir weha axifî:

“Li Herêma GAP ê ji bo danîna esasê avahiya bazara jinan ya gundê Atmalıyê em li vê derê civiyane. Serbilindî ya me hemûyane. Em bi gund re derketin vê rêyê. Wexta me got em ê kooperatîfê deynin kes bawer nedikir lê me xwe neda paş û me bir serî. Proje wê bi desteka GAP ê bi 1 mîlyon û 200 hezaran û ji sektora taybet ji şîrketa Merinos A.Ş. bi destekekî 600 hezarî temam bibe.”