image

PeyamaKurd – Karsaza Kurd Nezahat Baybaşîn ji Licê ya Diyarbekirê ye û berpirsa kompaniyeke çêkirina dermanên bijîşkî ye, lê ew di heman demê de bi xebatên xwe yên wêjeya kurdî û helbestvaniya kurdî jî tê naskirin.

Baybaşîn heta niha 4 pirtûkên helbestan nivîsandine ku her yek ji wan êş û azar û serhatiyên gelê Kurd tîne ziman.

Nezahat Baybaşîn di helbestên xwe de êş û azara Kurdan li hemû beşên Kurdistanê bi hestên xwe yên çîrobêjiya helbestî tîne ziman ku her pirtûka wê jî xwedî taybetiyekê ye.

Baybaşîn ji Dengê Amerîka re axiviye û gotiye ku gava ew li ser pirtûkên xwe diaxive, hestê wê wiha diherike: Dîtin tiştê herî girîng e. Ew pêşî dibîne û dûre jî wan wek ristên helbestê li ser perên kaxizê dinivîse.

Baybaşîn li ser berhemeke xwe ya helbestê diyar kiriye, “Ez çûm Rojava û paşê jî min pirtûka xwe ya Rojava nivîsî” û dide zanîn, “Pêlav” dibe ku ji bo her kesî tiştekî nîşan bide, lê ji bo helbestvan Nezahat Baybaşîn wateyeke din a pêlavan heye û wê dike navê pirtûka xwe .

Nezahat Baybaşîn ‘Pêlav’ê wiha şîrove dike: “Piştî salên 1990 an li heremên Kurdan ji 5 hezara zêdetir gund hatin şewitandin an jî valakirin, bi hezaran kes hatin koçberkirin an jî windakirin.”

Di helbestên Nezahat Baybaşîn de ev mijar cihekî taybet digrin.