
PeyamaKurd - Koma “Dîlan Urmiye” a folklorê li Rojhilatê Kurdistanê, di festîvala folklorê ya li bajarê Barcelona yê Îspanyayê xelateke girîng wergirt.
Hat ragihandin ku koma “Dîlan Urmiye” di festîvala folklorê ya bi navê “Sea Sun” ku li bajarê Barcelona yê Îspanyayê hat lidarxistin de, di nav 18 komên folklorê yên cîhanê de pileya duyemîniyê wergirt û bi bawername û dîplomaya festîvalê hat xelatkirin.
Koma Dîlan Ûrmiye li festîvala welatê Spanyayê karî dîploma şanazîyê û pileya duyemîn bi dest bixe.
— Yaqûb Kurmanc (@yaqubkurmanc) June 22, 2022
??? Her bijî pic.twitter.com/EAXxsFo3Sy
Koma “Dîlan Urmiye” sala 2017an ji aliyê çend ciwanên bajarê Urmiyê ve hatiye damezrandin û heta niha di beşdariya gelek bername û festîvalên navneteweyî û navxweyî kiriye. Herwiha heman komê gelek caran xelatên yekemînî, duyemînî û sêyemîniyê ji festîvalan çenda welatên wekî Amerîka, Avustralya û Ermenistanê wergirtine.
Koma “Dîlan Urmiye” endamê fermî yê Encûmena Folkora Ewropayê ye.