image

PeyamaKurd- Konserta hunermendê Îranî Mohsen Namjo ya ku dê di mehên pêş de li Wanê bihata dayîn, ji aliyê Gerînendehiya Ciwanî û Werzîşê ya ser bi Parêzgariya Wanê ve hat betalkirin.

Hunermend Mohsen Namjo ku demek e li bajarên Tirkiyeyê hedef hatibû nîşandan, piştî betalkirina konsertên wî yên li Bursa û Konyayê yên bajarên Tirkiyeyê, vê carê jî konserta wî ya Wanê ya ku dê di 10ê Berfanbarê de bihata dayîn, betal bû.

Hat ragihandin ku Biletixê, di malpera xwe ya fermî ya înternetê de ji bo hersê bajarên navborî, firotina bilêtên ji bo konsertên Mohsen Namjo, betal kirine.

Beriya niha di derbarê Namjo de hatibû îdiakirin ku ew li ser gotinên Qurana Pîroz stranan dibêje. Ji ber vê yekê jî ji aliyê avaniya bi navê “Tevgera Mudafaa-î Îslam” û Serokê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Weqif û Diyanetê Mustafa Çopursuz ve ji bo betalkirina konsertên Namjo, kampanya hatibû destpêkirin.

Hunermend Mohsen Namjo jî van îdiayan red kiribû û gotibû ku “Qurana Pîroz, her dem ji bo min bûye çavkaniya eyanê û min tu carî jî pê tinaz nekirine û tu car min ew biçûk nexistiye.”