image

PeyamaKurd - Keça Kurd a ji Efrînê Dilovan Mistefa ku li Almanyayê dimîne, di pola xwendinê ya Abitura (belekorya) de pileya yekem li ser asta Berlînê bi dest xist û serkeftina wê bû manşeta gelek rojnameyên Almanî.

Bavê Dilovanê, Dr. Mistefa Mistefa ji K24ê re gotiye, keça wî Dilovan îsal di xwendina Abitura de pileya yekem li ser asta Berlînê bi dest xist û wek baştirîn xwendekara salê hat destnîşankirin.

Bavê Dilovanê daye zanîn ku ew di sala 2013'an de bi neçarî ji ber rewşa şerê li Sûriyê bi malbata xwe re ji bajarê Efrînê derket û koçber bû û di sala 2014an de jî gihîştine Berlînê. 

Dr. Mistefa dibêje, Dilovan ji dema gihîştiya Berlînê ve, zû fêrî zimanê Almanî bû û gelekî girîngî da xwendina xwe, bi awayekî ku îsal di xwendina xwe de ji sedî sed zêdetir (100+) puan bi dest xist. 

Dilovanê jî li ser vê serkeftina xwe gotiye, ew kêfxweş e ku  encameke baş di xwendina xwe de bi dest xistiye û gotiye, ew dixwaze li zanîngehê fakulteya “lêkolînên zanistî” bixwîne.

Dilovan Mistefa ji gundê Coqê yê Efrînê ye û ji malbateke Kurdperwer û xwenda ye.