image

PeyamaKurd – Şaredariya mezin ya Diyarbekirê li ser daxwazên zêde tênkirin, dewreyên şano û dramayê yên lezgîn vedike. Li gor ragihandina Daîra Çandê û Civakî ya Şaredariyê; di beşa Şanoyên Şaredariya Mezin ya Bajêr de dewreyên lezgîn yên şano û dramayê vedike.

Herkesê di ser 18 salî de be, heya 14 ê tebaxê dikare seredana ji bo dewrê bike, şiyanên xwe deyne ortê, xwe bipêş de bibe. Qursên şano û dramayê bê pere tên dayîn, wê di 20 tebaxê de destpêbike û di 20 cotmehê de biqede.