image

PeyamaKurd – Li paytexta Tirkiye Enqerê, piştî 6 salan ji bo ziman û folklora Kurdî bidin vejandin, komeleyeke bi navê ANKA ya Çand, Huner û Perwerdehiya Kurdî hat avakirin.

Li Tirkiyê piştî kudetaya 15ê Tîrmehê ya sala 2016an, li Enqerê komeleya Çand û hunerê ya bi navê ANKA ku navê xwe ji çûka efsûnî ya bi navê Zimrûdê Enqa distîne hate avakirin. Di komeleyê de ku bi eleqeyeke zêde ya Kurdên Enqerê hatiye vekirin, li gel waneyên zaravayên Kurdî yên Kurmancî û Zazakî wê perwerdehiya amûrên mûsîkê û gotinên stranên Kurdî jî bê dayîn.

Hat zanîn, di roja yekem a avakirina komeleya çand û hunerê ya bi navê ANKA de li gel helbestan, hunermendên Kurd û beşdarên bernameyê stranên gelerî bi hev re gotin û dest bi heyama perwerdehiya wêne û hunera Kurdî kirin.