image

PeyamaKurd-Ligel şerê ku 3 meh in ji aliyê Rûsyayê ve li ser Ukraynayê tê meşandin, li paytexta Ukraynayê ya Kievê, ‘Şanoya Operayê’ car din hat hat vekirin û dest bi çalakiyên hunerî hat kirin. Hat ragihandin ku vekirina operayê ya cara yekemîn, bi dengê sîrena şer hatiye destpêkirin.

Li gorî ragihandina hunermendên şanoyê, çalakiyên hunerî yên ku ji aliyê gel ve tên hezkirin, dê di dawiya heftyê de werin pêşandan. Hat zanîn ku ji ber hîn jî şerê Rûsyayê li Ukraynayê berdewam dike, ji bo avahiya ku 1300 kesan hildigire, tenê 300 kes beşdar bûne

Derhênerê şanoyê Anatoliy Solovyanenko, ji ajansa nûçeyan a AAyê re ragihandiye ku wan bi kêfxweşiyeke mezin dest bi çalakiyên hunerî kiriye û hemû bilêt jî hatine firotin. Anatoliy Solovyanenko daye zanîn ku ev yek jî nîşan dide ku Gelê Ukraynayê çiqas girîngiyê bi şano, muzîk û hunerê dide û xelkê çiqas bêriya vê aramiyê kiriye.

Hat ragihandin ku hatina xelkê ya ji bo şanoyê, nîşan dide ku pêvajo hêdî hêdî ber bi jiyana asayî ve diçe. Derhênerê şanoyê da zanîn, armanca wan ew ku hêviya xelkê herêmê xurt bikin û moralê belav bikin.