image

PeyamaKurd - Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê, piştî ku tekerê maşîneyeke kar ji erdê çû xwarê û goreke 1500 salî ya ji sê jûran pêk dihat hate dîtin.

Li navçeya Kahta ya Semsûrê, goreke ji zinaran hatiye çêkirin ya dîroka wê digihîje 1500 salan hat dîtin.

Hat diyarkirin ku dema maşîneyeke kar ji ser rê derbas dibe tekerê wê diçe xwar û çalek li ser rê vedibe ku hestî di wê çalê de hatin dîtin.

Piştî lêkolînên berfireh derket holê ku gor ji sê jûran pêk hatiye û tê de bi giştî hestiyên 7 termên cuda hene.

Herwiha li teniştê gorê jî misînekî avê jî hate dîtin.