image

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê 4 em ahenga şeva dengbêjan ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya bi navê ANKA de hat lidarxistin. Gelek xort û keç tevlî ahengê bûn û ahenga dengbêjan bala wan kişand.

Çîrokbêj Mam Ezîz, dengbêj İsmail Seyranoğlu û Pervin Kaplan tevlî ahengê bûn. Serokê navendê Necdet Bayat ragihand ku 21 sale xebatên wan li bajarê Wanê dewam dikin û weha dewam kir:

“Vê êvarê dê ahengeka me ya ku berê hatibû kirin em ê dubare bikin. Wexteka dirêje ku em ahengan nakin. Ji ber pandemiyê me navber dabûyê. Niha pandemî normalîze bû. Em dewam dikin. Îşev şeva dengbêjan ya 4 ê ye. Tevlîbûna xelkê zahf başe. Ji zûde ye em derneketine ser dikê û em bi heyecanin.”

Bayat di dewama axaftina xwe de got ku kesên li dengbêjan guhdarî dikin yên temenên wan di ser hinek salan de ne lê niha am dibînin ku gênc tevlî dibin û bala wan dikşîne. Tevlîbûna gênca dike ku ew her bernamê dewam bikin.