image

PeyamaKurd Juriya navneteweyî ya Fîlmên Ewropa Promotion (EFP) lîstikvana Swêdî - Kurd Evîn Ehmedî ya 31 salî, ji yek deh Stêrkên Ewropî yê sala 2022an hat hilbijartin.

Evîn Ehmed, li Ewropayê wek yek ji aktorên herî hêvî dide û balkêş e hat hilbijartin.

Li gor motivasyona jûriyê:

“Evîn Ehmed enerjiya xwe bi gellek aliyan ve bi hostayî hev du  girêdide û herwiha xwediyê hestek hişmendiya mîzahê ye. Cazîba/ dilnivaziya wê tabîî û bêmirês/sade ye.”

Ehmedî diyar dike: “Ev bi rastî tişta min xeyal dikir bû!  Bi salan e ez festîvalê dişopînim.”

Çapa îsal ya Ewropa Shooting Star, wê bibe ya 25emîn li pey hev û deh lîstikvanan wê pêşkêşî çapemenî, temaşevan û pîşesaziya sînemayê ya navneteweyî bike.  Bernama festîvalê wê di 11-14ê Sibatê de di çarçoveya Festîvala Fîlman a Berlînê de pêk bê.

Di payîza 2017an de, yekem romana wê ya bi navê "Rojek ez ê qesra pereyan ava bikim"  hat çapkirin.   

Evîn hê 16 saliya xwe de dest bi fîlmê xwe ye metrajdirêj kir. Heta niha gellek filman de rol girtiye.

Hin nimûnên filmografî ya Evîn Ahmed:

- Ett öga rött (2007) 
- I nöd eller lust (2015)
- Dröm vidare (2017) 
- Vilken jävla cirkus (2017) 
- Girls of the Sun (2018) 
- Ring mamma! (2019) 
- Vår tid är nu ( 2019)
- The Rain. ( 2019)
- Tusinami  (2020)
- Snabba cash ( 2021)