image

PeyamaKurd - Hunermendê Kurdê Rojhilatê Kurdistanê Şehram Nazirî ku li seranserê cîhanê bi muzîk û hunera xwe tê naskirin, îro 16ê Gulanê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bi merasîmekê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi ‘Xelata Rûmetê’ hat xelatkirin.

Merasîma xelatdayînê ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li Hola Pêşewa Qazî Mihemed a li Hewlêrê hat sazkirin û ji xeynî hunermend Şehram Nazirî hejmarek wezîr, parlamenter û berpirsên din ên hikûmeta Kurdistanê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de Xelata Rêzgirtinê ya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê wezîr bi xwe pêşkêşî Şehram Nazirî hat kirin, piştre jî Serokê Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê Niyaz Nûrî, Madalyaya Zêrîn pêşkêşî kir.

Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Heme Seîd Hesen got: “Îro em hemû bi hev re li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, di hizûra bejneke bilind, dengekî efsûnî, muzîkjenekî nawaze û firişteyek ji cûrê mirov sekinîne, ev jî mamoste Şehram Nazirî ye.”

Serokê Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê Niyaz Nûrî di merasîmê de got: “Kurdbûn, ziman û çand li her cihekî me dûrî hev dike, li her cihekî jî me komî ser hev dike, îja li Hewlêrê be, li Kirmaşanê be, yan jî li Amed û Mihabadê yan jî li Qamişlo û Silêmaniyê, lewra sazkirina wan cûre konsertan cihê destxweşiyê ye.”

Piştî merasîma xelatdayînê li ser jiyan û hunera Şehram Nazirî dokumentarek hat nîşandan û di konserê de jî berhemên Nazirî hatin pêşkêşkirin.