image

PeyamaKurd - Zankoya Soran ya Herêma Kurdistanê asta xwe ya zanistî bilind kir û derbasî rêza navdewletî ya bi navê “QS” bû.

Endamê desteya medyayî ya zankoya Soran Zêbar Ezîzxan daye xuyakirin, piştî hewl û xebateka zêde zankoya Soran karî asta xwe ya zanistî bilind bike û bikeve rêza navdewletî ya “QS” û asta wê were pesendkirin.

Zêbar Ezîzxan gotiye, li gorî rêzbendiya QS, zankoya Soran di rêzbendiya sala 2022 de di nav zankoyên serekeftî yên welatên erebî de tê hesibandin.

Ezîzxan daye zanîn, QS heman Quacquarelli Symonds e ku saziya taybet bi rêzbendkirina zankoyên cîhanê ye. Wê saziyê zankoyên cîhanê bi ser sê grûpan de dabeş kiriye; rêzbendiya cîhanî, rêzbendiya mijarî û rêzbendiya herêmî. Saziya QS ji sala 2004 ve rêzbendiya zankoyên cîhanê belav dike.

Zankoya Soran li bajarê Soran yê Herêma Kurdistanê ye û ji sala 2009an perwerdê dide. Zankoya Soran ji 5 kolêjan (fakulte) pêk tê: Kolêja Zanistî, Kolêja Endazyariyê, Kolêja Edebiyat û Ziman, Kolêja Perwerdê û Kolêja Hiqûqê.