image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber hêsankariyên hikûmeta Herêma Kurdistanê, karûbarên bazirganî yên navbera sînoran zêde bûye.

Berpirsê giştî yê karûbarên bazirganiyê li wezareta bazirganî û pîşesaziyê Newzad Kamîl daye xuyakirin ku salên berê lazim bû bazirganek mehekê bimîne heta mohleta xwe ya bazirganiyê nû bike, lê êdî ew sîstem nemaye û gelek hêsan bûye. Ji ber wê jî karê bazirganiyê yê navbera sînoran zêde bûye li Herêma Kurdistanê.

Newzad Kamîl got, me heta domahîkê vê mehê mohlet daye bazirganan da ku mohleta xwe nû bikin û hêsankarî ji bo bazirganiya ser sînoran hatiye kirin.

Herwiha Kamîl diyar kiriye ku ewê sîstema bazirganî bikin elektronîkî ku niha xebatên di wê derbarê de bi pêş de çûne û êdî bazirgan li ku derê be dikare bi hêsanî belgeyên pêwîst bi dest bîne.